Operasyona Ewlehiya Domdar a li kampa Holê û derdora wê di roja duyemîn de ye. Heya niha 40 çekdarên DAIŞ’ê hatine girtin û gelek çek hatine desteserkirin.
Operasyona Ewlekariya Domdar ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) ve li kampa Holê û derdora ve hatiye destpêkirin, di roja xwe ya duyemîn de dewam dike.
Li gorî agahiyên ku fermandarên operasyonê hatine dayîn, heta niha çekdarekî DAIŞ’ê hatiye kuştin, 40 çekdarên DAIŞ’ê hatine girtin û hejmarek çek û cebilxane hatine desteserkirin.
Armanca operasyonê, paqijkirina 100 kîlomtere li kampa Holê û derdora wê (devera di navbera Hol, Til Hemîs, Hesekê, Eşîre û Şedadê de) ye.
Hêzên Operasyona Ewlehiya Domdar di daxuyaniyekê de diyar kir, bi dehan şikeft û cihên ku terorîstên DAIŞ’ê xwe lê vedişartin, hatine pakkirin.