Îsraîlê bi mûşekan li çend xalên leşkerî li derdora Heleb û Idlibê da, di encamê de jî hejmarek leşker û çekdar birîndar bûn.
Ajansa fermî ya Sûriyeyê “SANA” li ser zarê jêderekî leşkerî belav kir, artêşa Îsraîlê îro 9ê Mijdarê demjimêr 00:45 êrîşî hejmarek xalên leşkerî li gundewarê Heleb û Idlibê kir.
Da zanîn jî, di encama êrîşê de hejmarek leşker birîndar bûn û ziyanên madî yên mezin gihîştin wan xalan.
Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Îsraîlê xaleke rêjîma Sûriyeyê li bajarokê Seraqibê yê ser bi Idlibê ve bpmbebaran kir ku çekdarên Hizbullaha Libnanî lê bicih dibin. Di êrîşê de leşkerek hat kuştin û 6 leşker jî birîndar bûn.
Rewangehê amaje bi wê jî kir, firokeyên Îsraîlê Navenda Lêkolînên Leşkerî ya li nêzîk bajarokê Sifîre li başûrê Helebê bombebaran kir û teqînên bihêz tê de çêbûn. Herwiha 8 kes jî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyên Rewangehê, Îsraîlê ji destpêka îsal ve 142 caran xaka Sûriyeyê kiriye armanc, tê de 257 armanc wêran kirine û 275 leşker û çekdar kuştine û 218 jî birîndar bûne. Herwiha 51 sivlî hatine kuştin kuştin û 58 sivîl jî birîndar bûne.