Ensarioglu: Ger PKK ji holê rabe, hewcedarî bi qeyûman namîne

Ensarioglu: Ger PKK ji holê rabe, hewcedarî bi qeyûman namîne

Derbarê tayînkirina qayûman deparlementerê Diyarbekirê yê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu beşdarî di bernameyek televizyonî de kir û got: “Eger em dixwazin ev mijar bi dawî bibin, divê têkiliya tundî yên rêxistinê ji û siyaseta dibe ji hev qut bibin. “Eger rêxistin li Tirkiyeyê xwe fesih bike, wê demê pêwîstî bi qeyûman nîne.

Ensarioglu di kanala  TV100ê de der barê qeyûmên de axivî û anî ziman ku bingeha tayînkirina qeyûman qanûnên heyî ne û bi bîr xist ku her çend qeyûm ne ecibandin û bi pirsgirêk bin jî, ji aliyê dadgehê ve cezayên li hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonûk hatiye birîn.

‘Ger rêxistin ji holê bê rakirin, pêwîstî bi qeyûman namîne’

Ensarîoglû got, “Eger em dixwazin ev pirsgirêk bi dawî bibin, divê em têkiliya tundiyê, rêxistin û siyasetê qut bikin. Li Tirkiyeyê ger rêxistin xwe tine bike, hewcedarî bi qeyûm nîne. Bi rastî ev mijar DEM’ê jî azad dike. Her wiha dê DEM bikaribe siyaseteke serbixwe bike. “Divê DEM herî zêde pişgiriyê bide vê.”

Ensarioğlu axaftina xwe wiha domand:

Tu dewlet destûr û qanûn û pereyên xwe nade rêxistineke çekdar ku li dijî wê şer dike. Ger têkiliyek wiha were îspatkirin dê tedbîrên pêwîst bên girtin. Heger pêwendiyeke wiha tunebe û wek partiyeke siyasî hun bêjin “Miletê dengê xwe daye min, nûnerê min li wir e; Heger tu bibêjî “Tiştê ku tu ji aliyê siyasî ve ji min nikaribî bistînî, tu nikarî bi parêzgeran desteser bikî” wê demê çi pêwîst be dê wê bikin.

Lê dema ku hûn namzedên xwe hildibijêrin û bi nûnerên xwe yên hilbijartî re şaredariyan bi rêve bibin tiştek naqewime. Lê ez xemgînî bêjim; Dema sê endamên KCKê ku ne ji aliyê gelve hatine hilbijartin di rêveberiya şeredariyan de xwedî gotin bin û ew şeredariya rêve bibin nabe. Berê kesên ku pirsgirêka wan bi şeredariyan re hebûya diçûn serî li van 3 kesên endamê KCKê didan da ku pirsa xwe çareserbikin. Baca xwe didan KCKê û KCKê ferman dida şeredaran û wan pirs çareser dikiran.

Vêca rewşek bi weha de kî qayûm tayîn dikiran û midaxeleya îradê dikira vekiriye.

Pustên heman beş