Bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Konferansa Guhertina Keşûhewayê ya Cîhanî (COP29) li bajarê Baku yê Azerbaycanê dest pê kir.
Berdevkê Serokayetiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab di daxuyaniyekê de ragihand, “Li ser vexwendina fermî ya Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarîkirina di Konferansa Neteweyên Yekgirtî ya ji bo Guhertina Keşûhewayê (COP29) çû Baku, Paytexta Azerbaycanê.”
Herwiha got: Nêçîrvan Barzanî digel serok û serkirdeyên cîhanê dê roja sêşemê beşdariya merasima vekirina konferansê bibe ku ji bo gotûbêjkirina pirsgirêkên jîngehê û kêşeyên ji encamên guherîna keşûhewayê tê lidarxistin.
Biryar e welatên beşdar armancek nû ya darayî ya keşûhewê ya salane destnîşan dikin ku di sala 2009an de lihevkirinek 100 mîlyar dolarî dabûn. Gelek ji van welatan dibêjin, ew birê pereyan pir kêmtir e ji ya ku ji bo mijûlbûna bi guherîna keşhewayê û germbûna gerdûnî re hewce dike.
Sekreterê Cîbicîkar ê Peymana Çarçove ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser Guhertina Keşûhewayê Simon Steele duhî di vekirina konferanê de, banga armancek nû ya mezin ji bo fînansmana keşûhewayê kir û tekez kir, ev yek dê bi kêrî hemû welatan be.
Steele got: “Guherîna keşûhewa bandorê li her kesê li cîhanê dike.” Herwiha got: “Ez ji me dipirsim ku em ji vê fikrê derkevin ku fînansekirina keşûhewa xêrxwaziyek e.”