Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler ragihand ku ew bi ti awayî bi PKKyê re aştiyê nakin û got, “Divê çekan deynin û xwe radest bikin”.
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler di bernemayeke televîzyonê de derbarê mijarên li rojevê axivî û behsa sedemên êrişa li Enqereyê ya li TUSAŞê kir û got: “Li vê derê her roj berhemeke nû derdikeve. Pêşhateyên gelekî baş hene. Bi şev û roj kar dikin. Bi ya min herî zêde balafirên bêpîlot nerehetiyê didin. Eger heye ji ber vê yekê wekî ew der wekî aramanc hatibe hilbijartin”.
Yaşar li ser pirseke derbarê danîna çekan ji aliyê PKKyê ve got: “Ti rêxistina terorê ji bo danîna çekan nayê avakirin. Bi awayekî xwezayî nabêje em niha rêxistinê ava dikin û em dê sê sal piştre çekan deynin lê çek bi wan tên danîn”.
Herwiha got: “Derbarê aştiya me ya bi PKKyê re tiştekî wiha nabe. Ew dê çekan deynin û xwe radest bikin. Tenê em wiha dikarin xelas bikin. Ji bilî wê di mercên ku em dibêjin de ti guherîn çênabe”.