87 sal bi ser darvekirina sembola berxwedana li dijî dagirkerên Tirk Seyîd Riza re derbas bûn

87 sal bi ser darvekirina sembola berxwedana li dijî dagirkerên Tirk Seyîd Riza re derbas bûn

87 sal bi ser salvegera darvekirina rêberê serhildana Dêrsimê Seyît Riza û hevalên wî derbas dibin. Şeva di navbera 15 û 16 Mijdara 1937an de Seyîd Riza û hevalên wî li qada Bugdayê ya Elezîzê hatin îdamkirin.

Di salên 1937-38an de li Dêrsimê ji aliyê dewleta Tirk a kolonyalîst ve qirkirineke nedîtî hate kirin. Ji lîderên li hemberî qetlîamê berxwedan kirî, Seyîd Riza jî wiha got: “min nekarî bi derew û hîleyên we re rû bi rû bim, ev yek bû sedema têkçûna min. Lê min li ber we çok nexsit, bila ev ji we re bibe derd” û bi vê yekê Seyîd Riza dersa herî watedara dîrokê da dewleta Tirk a qirker û qetlîamker.

Di navbera salên 1937-1938an de li Dêrsimê qetlîamek mezin hat kirin. Komkujiya Dêrsimê bi operasyona leşkerî ya ku di 4’ê Gulana 1937an de bi biryara lijneya wezîrana di bin navê “operasyona Tûncelîya Tenkilê” hat encamdan, dest pê kir. Li gorî daneyên saziyên fermî, di komkujiya Dêrsimê de 60 gund hatin şewitandin, 13 hezar û 160 kes hatin qetilkirin û 11 hezar û 818 kes jî koçberî parêzgehên Rojava hatin kirin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku di qetlîamê de derdora 70 hezar kurdan bêyî cudahiya jin û zarokan hatin qetilkirin. Jinên ducanî bi roman hatin perçekirin û zarokên ku nehatine dinê jî hatin qetilkirin. Ev pêkanînên dije mirovahî ne tenê di bîra gel de, di belgeyên dewletê de û di îfadeyên kesên komkujî kirine de jî hene.

Derismiyên ku li hemberî vê operasyonê, bi gotineke din li hemberî qetlîamê li ber xwe dan, weke “Serhildêr” hatin dîtin û ji wê demê û pê ve ji bo lîderên ku li hemberî komkujiyê li ber xwe dan, biryara girtinê hat dayîn. Seyîd Riza di dema ku serokên eşîran yek bi yek dibûn hedefa bûyer û aloziyên Dêrsimê berpirsyariya şoreşê girt ser xwe. Seyîd Riza ew kes bû ku navê wî di rapor û daxwaznameyên haydarkirinê yên ku ji hikûmetê re hatine şandin de yekem bû.

Seyîd Riza kîye?

Seyîd Riza di sala 1863an de li gundê Pulur Lirtkê hatiye dinê, lê dîroka ji dayikbûna wî tam ne diyare.

Li gel Seyîd Rizayê 75 salî ku bi kêmkirina temenê wî hat înfazkirin, 58 kes li dadgeha îstîqlalê ya ku li Elezîzê hat avakirin bi îdîaya “teşwîqkirina serhildanê” hatin darizandin.

Seyîd Riza, kurê wî yê 14 salî û 5 pêşengên tevgera kurdên wê serdemê di 15ê Mijdarê de hatin îdamkirin. Ji bersûcên din re jî cezayê muebbetê hat birîn.

Darvekirina Seyîd Riza di bîranînên Îhsan Sabrî Çaglayangilê ku berpirsiyarê cîbicîkirina cezayê bû wiha tê vegotin.

“Seyîd Riza dema ku maseyên qehweyê dîtîn, rewş fêm kir. Wî ji min re got “Tu wê min bi dar ve bikî,” got û berê xwe da min: “tu ji Enqereyê hatî ku min bi dar ve bikî?” cara yekem bû ku ez bi kesekî ku dihat îdamkirin re rû bi rû dibûm. Bi min keniya. Dozger pirsî ka ewê nimêj bike. Wî nexwest bersiv bide. Me gotina wîya dawî xwest. Wî got çil lîre û saetek min heye. “Hûn dikarin bidin kurê min”. Me Seyîd Riza derxist. Sar bû û kes li der û dora wî tune bû. Lê Seyîd Riza, weke ku qad tijî bûya, axivî û got, “em zarokên Kerbelayê ne, şerme, zilme, ev kuştine”. Mûyên min sîx bûn. Ev kal rap rap dimeşiya. Wî cellad pal da, ben li stûyê xwe da, bi lingê xwe li kursiyê xist û xwe îdam kir.”

Di şeva di navbera 15 û 16ê mijdara 1937an de Seyîd Riza û hevalên wî Usene Seydi, Fındık Ağa, Resik Usen (kurê Seyîd Riza), Aliye Mırze Sıli, Hesene İvraimi, Hesen Ağa li meydana Bugdayêya Elezîzê hatin îdamkrin.

Pustên heman beş