Li Stenbolê 1923 kes hatin desteserkirin

Stenbul-desteserkirin

Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê, polîsan 5 rojan hezar û 923 kesên ku biryara wan a girtinê hebû, desteser kirin.

Li gor medyaya fermî ya Tirkiyeyê, tîmên Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê li dijî kesên biryara wan a girtin û zîndanîkirinê hebû operasyon li dar xist.

Hêzên ewlehiyê di 5 rojan de hezar û 462 kesên biryara wan girtinê hebû û 461 kesên cezaya wan a girtîgehê hebû bi tevehî hezar û 923 kes desteser kirin.

Hêzên ewlehiyê hezar û 923 kesên ku hatin desteserkirin piştî karên îfade wergirtinê ji Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê veguhastin dadgehê.

Pustên heman beş