Rojnameyek pilanên Israîlê li dijî Îraqê eşkere dike

Rojnameyek pilanên Israîlê li dijî Îraqê eşkere dike

Rojnameyeke Israîlî pilanên Israîlê li dijî Îraqê eşkere dike. Eger êrîş û alozî ji aliyê Îraqê ve berdeam bin, Israîl êrîşê dike ser wê.

Rojnameyeke Israîlî îro (Duşem, 18.11.2024) parve kiriye, “Eger girjî ji aliyê Îraqê ve berdewam bin, Israîlê pilaneke ron amade kiriye.”

Rojnameya Mearîfê ya Israîlî ragehand, “Her girjiyek ku ji aliyê Îraqê ve be, Israîlê pilan danaye ku êrîşê bike ser jêrxane û dezgehên wan koman, paştir bala xwe dide ser kuştina kesatiyên nav milîşyayên nêzî Îranê.”

Wê rojnameyê li dû berpirsên hewalgiriya Israîl û Amerîkayê amaje daye ku “mimkin e Îran alîgirên xwe li Îraqê zêde bike, ev jî wekî bersivekê ji bo êrîşên artêşa Israîlê li Libnan û Xezzeyê.”

Rojnameya Mearîfê amaje jî daye, “Tirsa wê yekê heye ku Îranê pêştir moşekên balistî yên kurtmewda anîbin nav Îraqê, wekî bersivek ji bo êrîşên Israîlê li ser Îranê.”

Komên Çekdar ên Îraqê îro (Duşem, 18.11.2024) ragehand ku “bi rêya dronan êrîş kiriye ser pêgeheke giring li Îlatê”. Artêşa Israîlê jî ragehandiye, “Moşekek li Îlatê keftiye xwarê ku ji rojhilatê ve hatibû arastekirin.” Peyva “ji rojhilatê ve” di daxuyaniyên artêşa Israîlê de amaje ye ji bo Îraqê.

Pustên heman beş