Li Tirkiyeyê 1644 koçberên neyasayî hatin girtin

Li Tirkiyeyê 1644 koçberên neyasayî hatin girtin

 Ji aliyê Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Ali Yerlikaya ve hat ragihandin ku di operasyonên hêzên ewlekariyê de 1644 koçber hatine girtin, û her wiha 11 jê biyanî bi tevahî jî 51 kesên karê qaçaxçitiya koçberan dikin hatine desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Ali Yerlikaya ji hesabê xwe yê Xê da zanîn ku, bi beşdariya 24 hezar û 400 hêzên ewlekariyê li 14 hezar û 757 cihên pişkinîn lê hatîn kirin, 1644 koçberên neyasayî hatine girtin, 51 kesên karê qaçaxçitiya koçberan dikirin jî hatine desteserkirin û her wiha pişkinîna nasnameya 442 hezar û 778 kesan jî hatiye kirin.

Yerlikaya di peyama xwe de dide zanîn ku, di operasyonan de 17 otombêl, 3 belem, 8 çekên bêmolet û madeyên hişbir hatine girtin.

Ali Yerlikaya di parvekirina xwe de amaje dike ku, wan dest bi xebatên vegerandina koçberên neyasayî yên hatin girtin kirine.

Pustên heman beş