Ukraine bo cara yekê bi moşekên dûrmewda ên Amerîkayê êrîş kir ser Rûsyayê

Ukraine bo cara yekê bi moşekên dûrmewda ên Amerîkayê êrîş kir ser Rûsyayê

Piştî ku berpirsên Amerîkayê piştrast kir ku Serokê Amerîkayê Joe Biden desthilat daye Ukraynayê ku moşekên ATACMSê bi kar bîne, Ajansa Blombergê ya Nûçeyan parve kir “Hêzên serbazî yên Ukraynayê li devereke sinorî li nav axa Rûsyayê êrîşa yekê bi wê moşeka dûrmewda kir”.

Di bersiva îdareya Joe Biden de ku rê daye Ukraynayê çekê çêkirî yê Amerîkayê bi kar bîne, belgenameyek ku li ser Malpera Hikûmeta Rûsyayê hatiye parvekirin eşkere dike ku, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro (Sêşem, 19.11.2024) qanûna bikaranîna çekê etomî pejirandiye.

Çend heftiyan berî hilbijartinên Serokatiya Amrîkayê, Putin ferman da ku guhertin di qanûna bikaranîna çekê etomî de bê kirin, bi wî şertî ku her êrîşeke asayî ku li ser Rûsyayê bi alîkariya welatekî xwedî çekê etomî bê kirin, mimkin e wekî êrîşeke hevpar bo ser Rûsyayê bê hesibandin.

Di wê fermana serokatiyê de hatiye, “Bi armanca baştirkirina siyaseta Rûsyayê di warê xweparastina etomî de, ez biryarê didim belgenameyekê ku bingehên siyaseta welatê federasyona Rûsyayê ne di warê bersivdana etomî de bipejirînim.”

Ew biryar ji îro (Sêşem, 19.11.2024) ve tê bicihanîn.

Qanûnên etomî yên Rûsyayê piştrast dikin ku, siyaseta welatî di warê berbestdanana etomî de xwezayeke bergirîkarane heye, herwesa Rûsya hemî bizavên pêdivî ji bo kêmkirina gefên etomî dike, çekê etomî wekî alavekî bersivdanê dibîne û bikaranîna wî çekî wekî hilbijartina dawiyê dibîne.

Rojnameya New York Timesê parve kiriye, “Berpirsên Amerîkayê eşkere kir ku, Joe Biden ji bo cara yekê rê bi Ukraynayê da ku moşekên dûrmewda, ku ji aliyê Amerîkayê ve hatibûn dabînkirin, ji bo destpêkirina êrîşê bo nav Rûsyayê bi kar bîne.

Amaje jî da ku, mimkin e ew çek li destpêkê li dijî hêzên Rûsyayê û Koreya Bakur bên bikaranîn, ji bo bergirîkirinê ji hêzên Ukraynayê li devera Kurskê li rojavaya Rûsyayê.

Herwesa ron kiriye, “Rêdana bi Ukraynayê ji bo bikaranîna moşekên dûrmewda, ku wekî sîstema moşekî ya taktîka artêşa Amerîkayê an jî ATACMSê tê naskirin, di çarçoveya bersiva ji nişkê ve ya Rûsyayê bû ji bo anîna hêzên Koreyan Bakur bo nav wî şerî de bû.”

Pustên heman beş