Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dibêje, “Tirkiye di şerê terora li derveyî sînor de bi biryar e.”
Erdogan di dema vegera ji Brezîlyayê ku bi mebesta beşdarbûna Lutkeya Lîderên G20ê çûbûyê, di firokeyê de bersiv da pirsên rojnamevanan.
Erdogan got: “Em biryardar in ku pirsa terorê di dîrokê de veşêrin. Tehemula me ji bo gefên li dijî welatê me yên ji pêkhateyên dervayê sînor re tune ye. Em çiqas hewlê didin ji bo ev avzêm bê ziwakirin, divê rêveberiya Sûriyeyê jî heman hewlê bide.”
Herwiha got jî: “Ji bo rewşa nû ya ku bi vekişîna Amerîkayê ji Sûriyeyê çêbibe, em weke Tirkiyeyê amade ne. Ewlekariya me ya neteweyî beriya her tiştî tê.”
Berî hefteyekê jî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan gotibû, operasyonên leşkerî li Sûriyeyê her tim di rojeva wan de ne û her dema ku hest bi metirsiyê bikin, ew amade ne dest bi operasyonan bikin.