Di êrîşeke esmanî ya li Sûriyê de; 36 kes hatin kuştin, 50 kes birîndar bûn

Di êrîşeke esmanî ya li Sûriyê de; 36 kes hatin kuştin, 50 kes birîndar bûn

Li gor zanyariyên çapemeniyê îro piştî nîvro di encama êrîşeke esmanî ya Îsraîlê li ser bajarê Tedmîr a li navçeya çolistanên rojavayê Sûriyê de 36 kes hatin kuştin, 50 kesên din jî birîndar bûn.

Ajansa nûçeyan a Sûriyê ragehand: ‘Îro demjimêr 15:13ê ango 3yê piştî nîvro, Îsraîlê êrîşeke esmanî li ser bajarê Tedmurê û 36 kesan jiyana xwe ji dest dan, 50 kesên din jî birîndar bûn. Herwaha gelek xaniyên li navçeyê ne ziyanên mezin dîtine.’’

Piştî destpêkirina şerê li Xeze û başûrê Lubnanê di navbera Îsraîl û Hemas û Hizbulahê de êrîş li ser çend navçe û pêgehên li bajarên Sûriyê de zêde bûne û artêşa Îsraîlê jî ragehand, li wan cîha didin ku neyarên wan xwe lê veşartine.

Pustên heman beş