Dadgeha Tawanan a Navdewletî fermana girtinê derbarê Serokwezîrê Îsraîlê û Wezîrê Berevaniyê yê berê û berpirsekî Hamasê da.
Dadgeha Tawanan a Navdewletî îro 21ê Mijdarê biryara girtinê derbarê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Berevaniyê yê berê Yoav Galant de ji ber “tawanên li dijî mirovahiyê li Xezzeyê” da.
Dadgehê amaje bi wê kir, “Sedemên lojîk hene ku em bawer bikin ku Netanyahu û Galant çavdêriya êrîşên li dijî sivîlan kirine û birçîbûn wekî çek bikar anîne.”
Herwiha Dadgehê got: “Biryara girtina Netanyahu û Galant di berjewendiya qurbaniyan de ye.”
Ji bilî Netanyahu û Galant, Dadgeha Tawanan a Navdewletî fermana girtina ji bo serkirdeyê di Hamasê de Mihemed Zêf jî daye.