Di êrîşa Israîlê ya li ser Tedmûrê de, zêdetirî 20 Îraqiyan hatine kuştin

Di êrîşa Israîlê ya li ser Tedmûrê de, zêdetirî 20 Îraqiyan hatine kuştin

 Hejmara kuştiyên êrîşa Israîlê ya li ser Tedmûra Sûriyeyê gehişt 68 kesan, herwesa zêdetirî 20 Îraqiyan di nav kuştiyan de ne û piraniya wan jî di nav rêzên Tevgera Nûcebayê de bûn.

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan îro (Pêncşem, 21.11.2024) ragehand, “Hejmara kuştiyên êrîşa Israîlê ya li ser Tedmûrê gehişt 68 kesan”. Amaje jî da, “Hejmara kuştî û birîndaran gehişt 111 kesan.”

Rewangeha Sûriyeyî ron jî kir, “Yek ji armancên wê êrîşê civîneke komên çekdar ên nêzî Îranê li bajarê Tedmûrê bû, ku serkirdeyên Nûcebayê û Hizbulaha Libnanî tê de bûn.”

Her wê çavkaniyê tekez jî kir, “Hejmara kuştiyên Sûriyeyî 42 kes e, ku pênc ji wan efser in û alîkarên Hizbulahê ne, herwesa nasnameyên 22 ji wan jî Sûriyeyî nebûne, piraniya wan ji Tevgera Nûcebayê ya Îraqî bûn û 4 kes jî ji Hizbulaha Libnanî bûn.”

Herwesa eşkere bûye ku Israîlê êrîş kiriye ser du cihan, yek ji wan embareke çekî bû li nêzî devera pîşesazî, ku malbatên çekdarên Îraqî û biyanî lê bûn.

Pustên heman beş