Bûbê Eser
Li gor min ev pir vekirî û eşkere ye ku wê Lozana dudan jî li ser destê hin kurdên ku ne ji bona kurdan kar û xebatê dikin pêk bê. Sinyal û pêvajoya ku qaşo li ser navê Bahçelî destpêkirî ye, bi me dide zanîn ku lîstikek pir gemarî li ser serê kurdan tê lîstin.
Heta niha kurdan tim ji ber ne yekrêziya nava xwe û ne li hevkirina eşîr û partiyên siyasî, wendakirine. Lê mixabin siyaseta bakurê kurdistanê vê nabîne û nikare vê bixwînin ku di lozana ewil de çi hat serê kurdan, wê di lozana dudan de, ji wê xerabtir bê serê wan.
Her em behsa Lozana dudan dikin. Lê ev di vê dema me de dikare bi navekî din jî derkeve pêşperî me kurdan. Ji ber ku projeya Lozana dudan li ser destê Barzaniyan ku başûrê Kurdistanê azad kirin, têk çû. Loma niha hin lîstikên ji bona têkbirina perçên din tê lîstin.
Li rojhilat û li rojava rewş nediyar e. Wir wê çi bibe hê jî bi zelalî em nizanin. Gelek sanaryo hene û gelek aktorên siyasî car carna lîstikên xwe li ser dike siyaseta rojhilata navîn dilîzîn.
Weke tê zanîn ku di peymana lozana ewilde, bi nehinê dihata zanîn ku heger di sed salan de dagirkerên kurdan, kurdên nava xwe nekin weke xwe, wê çi bê serê wan diyar bû. Lê dagirkerên me bi vê bi serneketin. Wan jî niha reng û deng guherîn ku pariyeke nan bidin kurdan da ku xwe ji serxwebûna kurdistanê rizgar bikin.
Ji bona wî pariyê nanê tisî jî, aktorê li holê qaşo li ser navê kurdan tenha pkk û partiya wan ya eşkere DEM hene. Ji xwe pkk tu caran kurdistaneke serbixwe nexwestine û naxwazin. Heta federasyon û otonomiyê jî naxwazin. Tekoşîn û malwêraniya di kurdan de kirine ji bona bi hêzbûna komara tirkiyê bû.
Lê di demê xwe de hin kurdan ev fêm nekirin. Yên fêmkiribûn jî gotin û nivîsên kesan bawer nekirin. Loma jî îro ew projeya ku Kurd û Tirk brane dikeve rojevê û li gor baweriya min dê ev proje wê li ser destê DEM ê pêk bê.
Çima???
Ji ber ku îro em bixwazin û nexwazin di qada nevneteweyî de weke hêzeke kurdan ya demokratîk DEM heye. Heger runiştin an danûstendineke hebe wê bi wan re bê kirin. Ji xwe ew jî Kurdistanê naxwazin. Armanc û hedefa wan ew e ku komareke bi hêz û qawet e ku ew jî komara tirkiiyê ye.
Heger kurdên bakurê Kurdistanê li hevbana, yekîtî û hevkariyeke xurt di nava wan de heba, dibû ku hin hevdîtin bi wan re jî bihata kirin. Lê ji ber ku belawela ne, dewletên mezin ku dixwazin guherandinekê bikin ango weke Lozana yekem, lê bi cûrekî din.
Hezar mixabin ne li hevbûn û neyekrêziya nava partiyên bakurê Kurdistanê ku nikarin eniyeke neteweyî damezrînin û bibin deng û rengê kurdên ne pkkyî ne. Lê ku ev nebe dewletên mezin serê xwe bi kurdan re neêşînin û wê mixatabê kurdan DEMê bigirin.
Rûniştin danûstend li gor qawet û hêzê ye. Ev niha li bakurê kurdistanê tenha pkk û rêxistina wê ya eşkere DEM e. Wê bi destê pkk weke Lozana ewil pêk bê. Di vê pêkanînê de jî dê dîsa kurd wenda bikin. Ev wenda kirin ku li gor min wê bibe wendakirina miletê kurd ku êdî tu sed sal jî nema dikare me ji vê malwêraniyê azad bike.
Dewletên dagirker û yên cîhanê îdare dikin an bi rêve dibin. Niha di nava karê guherandineke nû ya rojhilata navên de ne. Dagirkerên me jî bi her awayî di nava karê ku Kurdistaneke serbixwe pêk neyê dixebitin. Ha kî yê bi serkev e? Li gor min serketin wê bibe para dagirkeran û wendakirina vê carê jî ji ya hercar xerabtir dê bibe ya kurdan.
Lê bi hemleyên nû û di xulekên (deqe) dirêjkirinê de Kurd nebin hêz û qaweteke neteweyî, nebin xwediiyê hêzeke niştîmanperwer û xwe di bin konekî neteweyî de nekin yek. Wê bakurê Kurdistanê bi temamî têk here. Başûrê kurdistanê dê lawaz be. Qedera Rojava û rojhilat jî dê çi be hê em bi zelalî nizanin.
Weha xuya ye ku partî û rêxistinên me yên hene, ji vê rewşê xweşhal in. Ya na wê hêzên xwe bikin yek û bi vê jî dê bibin deng û rengê welatê xwe. Divê kurd sibê loman ji dewletên mezin nekin ku wan tu maf nedane me. Ya rastî ji bona ne bi destxistina mafan em bi xwe sersedem in…