PKKê mirina Serdar ji sala 2020ê ve veşartibû

Serdar Batman-net

Nasnameya ciwanekî din yê Kurd bi navê Serdar îfşabû ku li sala 2020ê rêxistina PKKê berê wî dabû mirinê û heya roja me ya îro mirina wî veşartî hişitbû.

Mihemed Ilyas ciwanekî ji Bakurê Kurdistanê ye, piştî ku ji hêla PKKê ve tê xapandin wî li sala 2014ê tevlî rêxistinê dikin, piştî derbasbûna 6 salan ew li sînorê Amedê ket ber êrîşan û canê xwe ji dest da.

Rêxistina PKKê îro roja şemî 23 Mijdara 2024ê û paş derbasbûna 4 salan li ser wendakirina Mihemed, ji nû ve hatîye dibêje em hevalê xwe yê Apoyî bi rêzdarî bi bîr tînin.

PKKe her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan par vedike, keç û ciwanên ku di sal û mehên berê de dane kuştin û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îfşa dike.

Pustên heman beş