Şêwirmendê Bilind ê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê ragehand, “Tehran xwe ji bo bersivdana Israîlê amade dike.”
Şêwirmendê Bilind ê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Larîcanî ji Ajansa Tensîmê ya Nûçeyan a Îranî re ragehand, “Peyameke giring ji Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî bi Serokê Sûriyeyê Beşar Esed û Serokê Perlemana Libnanê Nebî Berî re hatiye gehandin, ku tê de behsa pirsên girêdayî rewşa niha ya her du welatan kiriye.”
Şêwirmendê Bilind ê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê amaje jî da, “Wê peyamê hizir û çareserî ji bo rûbirûbûna astengên niha vegirtine.” Lê red kir ku hûrgiliyên din eşkere bike.
Elî Larîcanî ron jî kir, “Wê peyamê bersiveke erênî wergirtiye, hêviya xwe diyar kir ku tevlî bihêzkirina çareyên ku hatine pêşniyarkirin û berdewambûna li ser wê rêyê bi awayekî berdewam bibe.”
Navbirî pêştir jî di daxuyaniyekê de ragehandibû, “Armanca Israîlê ew e ku hevrikiyan veguhêze Îranê, pêdivî ye em bi awayekî jîrane serederiyê bikin ji bo ku em nekevin nav vê telhê û bi awayekî xirab bersivê nedin.”
Şêwirmendê Bilind ê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê tekez jî kir, “Livîn û karvedanên me ji aliyê stratejîk ve diyarkirî ne, lewma divê em xwe ji her bersivdsaneke dilanî an jî hizirkirineke xirab dûr bikin.”