Serbaz û karmendên bingeha Eyn Esedê ya hêzên Amerîkayê xwarin û vexwarinan embar dikin û xwe ji bo gomana şerî amade dikin.
Çend çavkaniyên ewlehiyê ji medyayên Îraqî re ragehandiye, “Bingeha Eyn Esedê ya hêzên Amerîkayê li sinorê parêzgeha Enbarê di çend rojên borî de xwarin û vexwarin embar kirine û xwe ji bo rûdanên ji nişkê ve amade dikin.”
Wan çavkaniyan amaje jî daye, “Di dema yek rojê de çar karwanên lojistî û xwerakan gehiştine Eyn Esedê, ku di dema çend mehên borî de ev yek çê nebûye.”