Serokê MHPyê Devlet Bahçelî got, “Em li bendê ne ku di navbera Îmralî û grûpa DEM Partiyê de hevdîtineke rû bi rû çêbibe. Em banga xwe bi biryarî dubare dikin”.
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî di civîna koma MHPyê ya li parlametoyê de axivî û rojevê nirxand. Devlet Bahçelî got, “Têra xwe zehmet hatiye kişandin, êş çêbûne. Çek ne bijarde ye, siyaseta hembêzkirinê armanca me ye”.
Bahçelî bal kişan ser rîska şerê cîhanê yê 3yemîn wiha axivî, “Siyaseta me alîgirê aştiyê ye. Derdora Tirkiyeyê bi çek, mûşek û şerên nifşên nû be hatiye dorpêçkirin. Bizanibin ku çavê her kesî li ser me ye. Komara Tirkiyeyê hîmê bingehîn ê cîhanê ye”.
Bahçelî got: MHPe li pey her gotinên xwe ye. 22yê Çiriya Pêşîn me di civîna koma xwe de çi gotibe em hê jî pey in.Em banga xwe bi biryarî dubare dikin. Ti têkiliya birayên me yên Kurd bi teror û rêxistina terorê re tine û nabe. Divê em dest bidin hev û terorê ji rojeva xwe derxin”.