Hesabê sûkê û malê li hev derneket

Hesabê sûkê û malê li hev derneket

Ehmed Beyan

Gelek caran yan meriv bi xwe hesabê şaş dike, yan jî hesabê malê û sûkê li hev dernakeve. Û carna jî hinek provokator û xêrnexwaz hesabê meriv serûbinê hev dikin û dihêlin ku meriv pê bigire.

Hevallerên me dijminatî û neyartîya Barzanîyan ji xwe re kiriye armancek sereke. Radibin û rûdinên neyartîya Barzanîyan dikin, dixwin û vedixwin Barzanî, razên ranezên Barzanî, xewnên wan Barzanî, xeyalên wan Barzanî. Barzanî ji xwe re kirine kabûs û ew kabûs jî derûnîya wan dike şorba nîskê. Weke ku tu derdekî Kurdan tunebe, tu pirsgirêkek Kurdan tunebe, enerjîya Kurdan bi neyartîya Barzanîyan serf û tune dikin. Lê vê carê Serokê MHP a nîjadperest û dijminê riknê milletê Kurd Devlet Bahçelî planê hevalan beravêtî kir û hesabê wan û sûkê li hev dernexist.

Rojnameya Yenî Yaşam Gazetesî di meha Tîrmehê (Temûz) de bi manşeta „Hevkarîya Bahçelî û Barzanî“ derket û bi şeş telaqên jinberdanê sûnd xwar ku Barzanî hevkar û şirîkê belqitîyê Bahçelî ye. Lê hevallerên me nizanîbûn ku wê serşûnikê Bahçelî piştî sê çar mehan wan derewîn derxe û destê bratî û hevkarîyê dirêjî serokê wan Ocalan bike.

Provokatorê Bahçelî komployek navnetewî li lotikvanên Yenî Yaşam Gazetesî kir û xwêsîya wan di qirikan wan de hişt. Bahçelî yê ku ew jî wek hevallerên me neyarê Barzanîyan e, hevkarîya Barzanîyan red kir û li şûna Barzanî Ocalan kir hevkar û destbrakê siyaseta xwe ya pêşerojê.

Ez serê we neêşînim, ev mehek e rojeva Tirk û Kurdan bi Bahçelî û Ocalan ve likubîye. Lê çi hikmet be lotikvanên Yenî Yaşam Gazetesî çapek rojnameya xwe bi manşeta „Hevkarîya Bahçelî û Ocalan“ dernaxin, hevkarîya Bahçelî û Ocalan şermezar nakin û lêborîna xwe ji Barzanîyan naxwazin.

Erêêêê, erê!

Xwedê kesî şaş neke, go şaş kir jî fahş neke, go fahş kir jî haş neke û hûn sax…

A bi xêr çi be bela xwedê wê bike û hew….

Enqere

Pustên heman beş