Agirbesta navbera Hizbulaha Libnanî û artêşa Israîlê li serê sibeha îro (Çarşem, 27.11.2024) çû di warê bicihanînê de, dema wê agirbestê 60 roj in û Îran jî pêşwaziya wê dike.
Piştî borîna zêdetirî salekê ji şer û pêkdadanên navbera çekdarên Hizbulaha Libnanî û artêşa Israîlê, li dawiyê bi navbeynkariya Amerîkayê di navbera her du aliyan de lihevkirin li ser agirbesteke dumehî hat kirin, û seet çarê serê sibeha îro bi dema Beyrûtê lihevkirina wê agirbestê hat bicihanîn.
Li dû çavkaniyên nûçeyan, tevî ku heta piştî bicihanîna agirbestê jî balafirên şerî yên Israîlê li hindav başûrê Libnanê dizivirîn jî, lê êrîşên asmanî û pêkdadanên meydanî bi temamî hatine rawestandin. Artêşa Israîlê jî tekez kiriye ku divê ew gundên li deverên sinorî yên başûrê Libnanê hatine destnîşankirin bên berdan.
Her di derheqa agirbesta navbera Hizbulaha Libnanî û artêşa Israîlê de, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî di peyamekê de helwesta Komara Îslamî ya Îranê ji bo pêşwaziya rawestandina şerî û bicihanîna wê agirbestê ragehand.
Îsmaîl Beqayî herwesa amaje da, “Em pêşwaziya bidawîanîna binpêkariyên dijminatiya rijêma Israîlê li ser Libnanê dikin, di eynî demê de piştevaniya me ji bo hikûmet û xelkê Libnanê û Miqawemeyê dê berdewam be û nayê guhertin”.