Artêşa Amerîkayê embareke çekî li Sûriyeyê bombebaran kir

CENTCOM-net

Fermandeya Navendî ya Amerîkayê “CENTCOM” di beyannameyekê de ragehand, Hêzên Fermandeya Navendî ya Amerîkayê embareke hilgirtina çekî li Sûriyeyê bombebaran kir, ku girêdayî milîşyayên alîgirên Îranê ye.

Fermandeya navbirî amaje jî da, ew êrîş ji karvedana êrîşa duhî ya Hevpeymanên Îranê ye, ku li dijî hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê hat kirin.

CENTCOMê eşkere jî kir, Fermandeya Navendî ya Amerîkayê ew embar ji bo kêmkirina şiyanên pilandananê û destpêkirina êrîşa bê bo ser hêzên Amerîkayê û Hevpeymanan li deverê bombebaran kir.

Pustên heman beş