Desteya Tehrîr El-Şam çend gund û bajarok li bakurê Hemayê kontrol kirin

Desteya Tehrîr El-Şam çend gund û bajarok li bakurê Hemayê kontrol kirin

Desteya Tehrîr El-Şam piştrast kir ku wê çend gund û bajarok li bakurê Hemayê kontrol kirine û da zanîn ku ew niha kontrola xwe li gundewarê bakurê Hemayê berfireh dike.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, Desteya Tehrîr El-Şam û grûpên hevalbendên wê karîn gelek gund û bajarokên bakurê Hemayê kontrol bikin, ji wan Hilfaya, Morik, El-Letamîne, Kefir Zîta, Keleha El-Medîq, Kefir Nebûde, Kernaz, Lehaya, El-Buweyda, Latmîn, Soran, El-Mugêr, Merdebes, piştî vekişîna bilez a hêzên rejîmê ji wan.

Da zanîn jî, hêzên rêjîmê cihên xwe yên leşkerî ji nû ve rêz kirin û xalên nû li ser derûdora bajarê Hemayê û gundewarê wê yê bakur danîn, bi armanca bihêzkirina dorpêça ewlekarî ya bajêr û rêgirtin li her hewleke ketina Desteya Tehrîr El-Şam nava Hemayê.

Diyar kir jî, rêjîmê hêzeke mezin di nav wan de, hêzên taybet ên girêdayî Suhêl El-Hesen, şandin cihên stratejîk li çiyayê Zeyn El-Abidîn, Tîbêt El-Îmam, Qemhana, û Xettabê.

Ev yek piştî wê tê, çekdarên Desteya Tehrîr El-Şam (Eniya El-Nusra ya berê) û hevalbendên wê duhî ketin bajarê Helebê û hejmarek mezin ji taxên wê û Firokxaneya Navdewletî ya Helebê kontrol kirin.

Pustên heman beş