Wezîrê Derve yê Îranê dibêje, tevgera çekdarî ya wan çend rojên dawî ji aliyê grubên çekdar ên li Sûriyê ve pêktê, Amerîka û Îsraîl li pişte û bi armanca têkdana asayîşa li navçeya rojavayê Asyayê pêktê.
Ajansên Îranê ragehandin ku Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî di peyvendiyekî telefonê ya li gel hewtayê xwe yê Rûsî de behsa rewşa navçeyê û guhertinên vê dawiyê yên li Sûriyê kirine.
Di wê peywendiya telefonî ya Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov de, Îran û Rûsya piştevaniya xwe ya ji bo serwerî û yekpareyiya axa Sûriyê diyar kirine û ragehandine ku li gel gefxwarina grubên terorîstî nabin.
Herdu Wezîrên Derve yên Îran û Rûsyayê behsa wê yekê jî kirine ku pêwîste hemahengî di navbera Îran, Rûsya û Tirkiyê de hebe û dûvçûnê li ser rewşa Sûriyê bikin.
Wezareta Derve ya Îranê ragehand, Wezîrê Derve yê Ebas Iraqçî berî biçe Enqereyê û danûstanê derbarê rewşa naha ya Sûriye û navçeyê de bike, dê serdana Şamê bike.