Balafirên şer yên Rûsî navenda bajarê Idlibê borduman kir, 9 kes hatin kuştin û 62 birîndar ketin, Nerîngeha Sûrî diyar kir ku tev qurbanî sivîlin.
Li gorî Nerîngeha Sûrî ya mafên mirovan îro roja yekşemî 1/12/2024ê balafirên cengê yên Rûsyayê navenda bajarên Idlibê yê li bakurê Sûryê borduman kir, 9 kes hatin kuştin û 62 birîndar bûn.
Êrîşên îro yên Rûsyayê yên li Idlibê wiha bûn:
Êrîşa cadeya Xemare li nêzî bazarê 1 kuştin û 12 birîndar.
Êrîşa kampa penaberan li taxa el Camie 8 kuştî û 50 birîndar.