Piştî ku komên HTŞ’ê Heleb ji artêşa Sûriyeyê sitand, çekdarên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê êrîşî PYD/HSD’ê kirin û derbasî Tel Rifatê bûn. Hat îdiakirin ku hêzên opozisyonê li dijî Minbicê ya ku di bin kontrola PYD/HSD’ê da ye, amadekariya operasyoneke berfireh dikirin.
Çekdaran bi piştgiriya tank û çekên giran Tel Rifat dorpêç kirin, piştî pevçûnên dijwar balafirgeha Minnagh a girîng a stratejîk bi dest xistin. Kom piştre derbasî Tel Rifatê bûn û danê êvarê derbasî bajarokê Tel Rifatê bûn. hat diyarkirin ku, komên çekdar derbasî nava bajêr bûne û bi dirûşmeyên tekbîrê û gulebarana çekên xwe pîrozbahiyê dikin.
Ji aliyek din hat zanîn ku, HTŞ’ê daxwaz ji HDS kir ku ji taxên Eşrefiye û Şêxmeqsût ên Helebê derkevin. Hat diyarkirin ku ger ev teklîf bê qebûlkirin dê hêzên çekdar bi silametî ji bajêr derkevin û li ser rêya Reqayê bên danîn. Li gorî agahiyên ku hê nehatine piştrastkirin, hat îdîakirin ku ev teklîf ji aliyê komên PYD/HSD’ê ve tê nirxandin û muzakere dewam dikin.
HSDê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê deverên di bin kontrola xwe de seferberiya giştî ragihand. Hat ragihandin ku Serfermandarê Giştî yê Artêşa Sûriyeyê Abdulkerîm Mahmut ji bo birêvebirina operasyonên leşkerî yên li bakurê Hemayê hat bajaroka Kamhana. Hat diyarkirin ku Sererkan Mehmûd li herêmê ji bo artêşê kom bike û li dijî HTŞ’ê êrîşeke kontra bike amadekariyên xwe dike.