Çapemeniya Tirkiyê ragehand, Saziya Îstixbarata Mîlî ya Tirkiyê (MÎT) li herêma Til Rifet a Rojavayê Kurdistanê yek ji berpirsên PKKê yê di lîsteya sor a kesên lêgerîna wan heyî yê bi navê Yaşar Çekîk ku nav rêxistinê de jî wek Yaşar Hekarî tê naskirin di operasyonekî de kuştiye.
Ajansa Anadolu ku zimanê fermî yê dewleta Tirkiyê ye, ji çavkaniyên ewlehiyê ragehandiye ku Yaşar Çekîk ê ku sala 1993yê beşdarî PKKê bûye û di gelek çalakiyên li dijî hêzên ewlehiya Tirkiyê de xwedî berpirsyartiye li operasyoneke li herêma Til Rifetê ya MÎTê de hatiye kuştin.