YPGê dehan hezar Kurdên Efrînê li jêr rehma çeteyên tekfîrî hiştin

pkk-efrin-xelik-200 hezar-info

Hêzên YPGê û HSDê “baskên PKKê li Rojava Kurdistanê”, dehan hezar koçberên Efrînê û şêniyên Kurd li herêmên Tilrefet, Şehbayê, taxên Şêx Mesûd û Eşrefiyê bi tenê li jêr rehma çeteyên “Heyet Tehrîr Elşam” hiştin, YPGê weke çawa li 2018an Efrîn ji boy dagîrkeran hiştî, îro careke din xelkê Efrînê yê ku ji dema dagîrkirinê ve koçber bûy, bo çarenûseke nediyar hişt, YPGe û HSDe bê şer ji wan herêman vekişiyan.

Gelo vekşîna YPGê dihête wateya xiyaneta li gel?

Ev dema 6 rojane milîsên HTŞ êrîşî Helebê û Hemayê dikin, her ku diçe şer berfereh dibe, di nava sê rojên ewil de milîs ketin Tilrefetê û herêma Şehbayê, YPGê ev der bêy ku ti berxwedanekê bike, radest kirin û ji wan herêman vekişiyan.

Li gorî agahiyên Darka Mazî ji çavkaniyên xwe yên Rojava girtine, YPGe li ser banga milîsên HTŞ bi çekên xwe ve ji herêmên Tilrefet, Şehba û her wiha taxên Şêx Mesûd û Eşrefiyê vekişiyan û bi dehan hezar Kurdên Efrînê yên ku ji sala 2018an ve koçberî wan herêman bûbûn, li jêr rehma milîsên tekfîrî hiştin.

Çavkaniyên me aşkere kirin, tevî ku Rêveberîya Xweser û fermandarê giştî yê HSDê duh seferberîya giştî ragihand û banga çekhelgirtina giştî kirin, lê bi fermana rasterast ya Qendîlê û li ser banga milîsan ew ji duh ve di nava çend saetan de ji wan herêman vekişiyan û nêzî 200 hezar koçberên Kurd ku piranî jê yên Efrînê ne li wan herêman bi tenê hiştin.

YPGê ji xelkê re got çarenûsa me yeke, lê şeva bûrî ew bi bêdengî ve vekişiyan!

Li gorî agahiyên destê me, çekdarên YPGê xelk xapandin û ji wan re gotin ku çarenvûsa wan yeke, lê piştre şeva bûrî bi bêdengî ew dever ji çekdarên opozisyona Sûryê re vala kirin û di encamê de zêdetirî 200 hezar welatiyên Efrînê ji bo çarenûseke nediyar hiştin.

Li gorî agahiyan, tirs ketiye nava penaberên Kurd yên ku niha ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûryê û Encûmena Rizgariya Sûryê ve hatine dorpêçkirin.

Kurdên ku ji Efrînê koçberî Şehbayê bûne niha di bin xeterê de ne, ew ji kampên xwe derketine û milîsên HTŞ destûr bi wan naden ku ji herêmên şer derkevin.

Artêşa dewleta Tirk û milîsên ku piştgiriyê dide wan, li destpêka sala 2018an operasyona dagîrkirina Efrînê bi navê “Çiqlê Zeytûnê” destpêkir û di kêmtirî du mehan de herêma Efrînê dagîr kir, rêxistina PKKê û hêzên girêdayî wê ev bajar ji bo Tirkiyê hişt.

Li gorî amarên fermî yên Nerîngeha Sûriyê ya mafên mirovan nêzî 300 hezar şêniyên Efrînê û derdûra wê koçberî herêmên Tilrefetê û Şehbayê bûbûn, Kurdên ku li Efrînê jî mayî rojane sitem û zorîya mîlîsên Tirkiyê jiyan dikirin.

Ev vekşîn dişibhe pêvajoya 2014an li Şengalê

Ev rewşa ku niha li Rojava tê jiyan kirin û pirsa vekşîna hêzên YPGê û HSDê dişibhe pêvajoya 2014an dema Pêşmerge li Şengalê pêşiya terora DAIŞê girtî, şer kirî, li ber xwe day û şehîd dayn û beşa herî zor a şêniyên Êzidî ji zûra DAIŞê rizgar kirî, lê PKKê di go Pêşmerge vekişiya û bazda!

Di wê demê de PKKê tev medyaya xwe seferber kir ku Pêşmergey wek hêzeke şikestî nîşan bide û nûçeyên bi ser navên “Pêşmerge li Şengalê reviya û bazda” di weşandin, çapemenîya Rojava Kurdistanê jî ku xwe di çarçûveya medyaya PKKê de dibîne heman helwest hebû.

 Şêniyên Başûrê wê ti carî jibîr nekin wexta ku “Befrînka genî” a nûçegihana Ronahî tv di nava Şengalê de dîmen di weşandin û ji derew digo: “Pêşmerge li Şengalê reviya”!.

Pirsa sereke li vir eve gelo çima dema Pêşmerge ji ber hevsengî û dubare belavekirina hêzê û danîna sengeran li Şengalê û piştî ku beşa herî zor şêniyan rizgarkirî vekişyayî ev dibe revîn û bazdan, lêbelê vekişîna ku niha HSDe û YPGe encam dide dibe lehengî, qehremanî, canfedayî û welatparêzî, gelo ma dibe êvarî seferberî were ragihandin û YPGe bangî gel bike ku çekan helgirin û ji wan re bibêjin çarenûsa me yeke û paş çend saetan wan di taryatiyê de li ber rehma çeteyên Tehrîr Elşam bihêlin?!!.

Pustên heman beş