Serokê Koreya Başûr rewşa awarte ragihand û parlamento girt

Serokê Koreya Başûr rewşa awarte ragihand û parlamento girt

Serokê Koreya Başûr Yoon Suk Yeol roja Sêşemê rewşa awarte ya leşkerî ragihand “bo parastina welat ji hêzên komunîst” û parlamento rawestand.

Serokê Koreya Başûr Yoon Suk Yeol, di daxuyaniyekî de amaje bi pêşniyareke Partiya Demokrat a Opozîsyonê kir ku Ji bo rakirina dozgeran û redkirina pêşnûmeya butçeyê ya hikûmetê di parlamentoyê de piraniyê ava dikin.

Serokê Koreya Başûr radigehîne, ji bo parastina Koreya Başûr a liberal ji gefên hêzên komonîst ên Koreya Bakur û berxwedana hêzên serhildêr ên li dijî dewletê, rewşa awarte û hewarçûnê radigehîne.

Serokê Koreya Başûr, Partiya Demokrat a Opozîsyonê wekî sempatîka Koreya Bakur û serdest a parlamentoyê bi nav kir.

Wezîrê Berevaniya Korê Kim Yong-hyun ferman da civîna rayedarên payebilind ku hişyar bin û pêşî li hewldanên hêzên komunîst bigirin.

Serokê Koreya Başûr ku tê gotin di çend mehên borî de asta girseyîbûnê li wî welatî de kêm kiriye, hêza wî ya meşandina projeyên wî di parlamentoyê de ji ber bandora opozîsyona wî welatî  giran bûye û ew jî bûye pirsgirêk.

Partiya Desthilat a Gel a Parêzgaran ku Serok di wê partiyê de ye, li gel Partiya Demokrat a Opozîsyonê di derbarê proje yasaya bûdceyê gehiştine asta herî jêr û ew jî bûye sedema daxistina parlamentoyê ji aliyê serok ve.

Pustên heman beş