Hêzên Amerîkayê sinorê Îraq û Sûriyeyê bombebaran kir

Iraq-Syria-usa

Balafirên şerî yên Amerîkayê çend cihên girêdayî desteyên çekdar ên Şîeyan li El Bukemalê li nêzî sinorê Sûriye û Îraqê bombebaran kirin.

Balafirên şerî yên Amerîkayê çend cihên girêdayî desteyên çekdar ên Şîeyan li El Bukemalê li nêzî sinorê Sûriye û Îraqê li deverên El Cela, El Xebra, El Siyal, Heserat û şûtika kesk li devera El Bukemalê bombebaran kirin.

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan ragehand, “Êrîşan cihên alîgirên Îranê kirine armanc û heta niha çi zanyarek li ser zirarên mirovî nehatiye raportkirin.”

Rewangeha navbirî herwesa got, “Ji ber êrîşa balafirên şerî yên Amerîkayê li ser cihê Lîwaya 104ê ya Sûriyeyî, şeş serbaz li sinorê derdora balafirxaneya serbazî ya Dêrazorê mirine.”

Her wê çavkaniyê amaje jî da, “Balafirên şerî yên Amerîkayê dest bi helemeteke giran bo ser heft gundan li rojhilata Firatî kir, herwesa Civata Serbazî ya Minbicê jî bizav ji bo kontirolkirina wan kir.”

Pustên heman beş