Zarokekî 4 mehî yê malbateke koçber a Efrînî li Reqayê ji serma canê xwe ji dest da.
Heyeta Tehrîr El Şam û Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê 27ê Çiriya Paşîn li Heleb û bakur û rojhilatê Sûriyeyê êriş dabûn destpêkirin.
Di encama wan êrişan da bi sed hezaran Kurd li cihên ku lê koçber bûbûn dîsa koçber bûn.
Zarokê bi navê Nûh Mihemed Reşo yê 4 mehî piştî ku malbata wî herêma Şehbayê koçberî Tebqayê bû îro ji ber sermayê canê xwe ji dest da.
Malbata wî zarok ji navçeya Bilbilê ya Efrînê ye û ji sala 2018an dagirkirina Efrînê ve koçberî herêma Şehbayê bûbû.