Îsraîl “yekîneya destwerdana bilez” li ser sînorê Sûriyê ava dike

Îsraîl “yekîneya destwerdana bilez” li ser sînorê Sûriyê ava dike

Li gora nûçeya Welat TVê Îsrail li cihekî nehênî li bakur rûniştinek lidarxist û artêşa wî welatî avakirina yekîneyeke taybet ya destwerdana bilez li bilindahiyên Colan ragihand.

General Yair Blay, ku çavdêriya yekîneya nû ya bi navê “Berry” dike, dê ew yekîne wek hêzek aktîv ya jinavber e ku dikare di nava çend çirkeyan de tevbigere, û rêgiriyê li her êrîşek mina ya 7ê Cotmehê (2023an) bike. Blay tekez kir jî ku, dê ew yekîneya nû her wextekî û di hemû deman de amadebe.

Wî berpirsê Îsraîlî got jî ku: “Eger bûyerek ewlehiyê çêbibe, dê (yekîneya Berry) bê rehmet êrîşî dijmin bike. Egera têkçûna wê tune be; Ji ber ku ew bi hişyariya berdewam ve girêdayî ye.”

Ev yekîne ji şervanên ku ji yekîneyên elît û herî baş ên artêş û îstixbarata leşkerî ya Îsraîlê hatine hilbijartin, pêk tê. Û ji bo karên ku ji wan re hatine destnîşankirin hatine perwerdekirin

Çavkaniyên leşkerî diyar kirin ku xebatên avakirina vê yekîneyê beriya 3 mehan di çarçoveya dersgirtina ji bûyerên 7’ê Cotmehê de dest pê kirine. Armanc di destpêkê de rûbirûbûna milîsên girêdayî Îranê bû, çi Sûrî, Yemenî, Iraqî, an yên din, ku dibe ku ji Colanê li dijî wargehên Cihûyan li wir tevbigerin.

“Lê geşedanên dawî li Sûriyê û egera kontrolkirina rêxistina Desteya Tehrîr El-Şam ji hin bajarên mezin li Sûriyê, hewcehiyê bi leztir dike, û dijmin di cewherê xwe de berfirehtir dike. Ev hêman li nêzîkî sînorê bi Îsraîlê re li başûrê Sûriyê hene, lê ew gef li wê naxwin.” Li gor ku çavkaniyek leşkerî ya Îsraîlî ji ajansên nûçeyan re diyar kiriye.

Pustên heman beş