Dronekê li Dêrikê êrîşî Şuştingeheke otomobîlan kir: 4 kes bûn qurbanî

Dronekê li Dêrikê êrîşî Şuştingeheke otomobîlan kir: 4 kes bûn qurbanî

Şuştingeheke otomobîlan li bajarê Dêrikê hat bombebarankirin û di encamê de 2 kes hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Medyaya ser bi Rêveberiya Xweser ve belav kir, dronek Tirkiyeyê şuştingeha otomobîlan “Ararat” li nêzî geraca basan a bajarê Dêrikê kir armanc girt.

Da zanîn jî, di encama êrîşê de 4 welatiyên ku li wir bûn canê xwe jidest dan û 2 kesên din jî birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyê hatin rakirin.

Tirkiyeyê bi berdewamî navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê dike armanc. Li gorî amarên Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan, Tirkiyeyê ji destpêka îsal ve, 190 caran êrîş pêk anîne û di encamê de 44 kes hatine kuştin û zêdetir ji 130 kesî birîndar bûne.

Pustên heman beş