JI BO ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
Îro wekî ku gelek caran di qonaxên cuda cuda yên dîrokê da hatîye dubarekirin, welatê me dîsa bûye meydana şer û pevçûnên hêzên sitemkar û beşek ji miletê me tê koçberkirin û derbiderkirin. Li Rojavayê Kurdistanê miletê me dîsa hatîye neçarkirin ku bi serê rê û dirban bikeve û ev yek bi xwe ra zîyaneka mezin a canî û madî û menewî tîne, birîneka din a dijwar jî di laş û gîyanê miletê me da vedike.
Divê baş were zanîn ku heta mafê dîyarkirina çarenûsa neteweyî ya miletê Kurd li ser welatê wan ê kevnar ji alîyê hemû hêzên serwer ên Rojhilata Navîn ve neyê naskirin dê ev krîza li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi tu awayî çareser nebe. Di tu qonaxeka dîrokî da tu hêzeka dagirker li Kurdistanê nekarîye serwerîya xwe ya mitleq ava bike. Bi dirêjahîya dîrokê gava beşeka mezin a welatê me hatibe dagirkirin jî miheqeq hinek Kurd rabûne li hinek deveran raperîna xwe ragihandine. Yanî bi tu awayî di nava rûpelên dîrokê da teslîmîyeta mitleq a vî miletî nehatîye tomarkirin û îro jî nayê tomarkirin û dê ji niha pê da jî bi tu awayî neyê tomarkirin bi hezkirina Xwedayê Kurdistanê. Ev yek heqîqeta dîrokî-civakî ya vî miletî ye ku xwe berdaye nava kûrahîyên dil û gîyanê miletê Kurd, ev gîyan teslîm nabe, Xwedayê Kurdistanê ev milet bi vî awayî afirandîye. Mîr û dîroknasê me yê mezin Şerefxanê Bilîsî 427 salan berê di Şerefnameyê da ev heqîqet wiha ragihandîye: “Kê welatê Kurdan dagir kiribe, di dawîya dawîyê da poşman bûye û dîsa radestî wan kirîye.” Yanî em behsa vehonaneka çîrokî nakin, behsa heqîqeteka dîrokî dikin!
Ji ber hindê divê hemû hêzên li ser axa Kurdistanê baş bizanin ku plansazîyeka wan a li derveyî vê heqîqetê dê tenê temenê krîzê dirêj bike, çunkî ev gîyanê milî dê bi tu awayî teslîm nebe. Hewildanên wan ên ji bo bêstatûhêştina miletê Kurd û guherandina demografîyê û hesabên wan ên cuda cuda dê bi tu awayî krîzê aş neke. Êdî bi tu awayî nikarin me bi kirasekî dînî û çîrokên demokratîk jî bixapînin; êdî Îslama Kurdistanî û demokrasîya Kurdistanî heye li dijî Îslama dagirker û demokrasîya dagirker! Yanî hûn êdî ji nava serê xwe heta binê pê xwe tazî û rût in, kirasekî ku hûn sextekarîya xwe pê binixumînin nemaye.
Em bi vî awayî hevxemîya xwe ya di gel miletê xwe yê Rojavayê Kurdistanê û her wisa helwesta xwe ya li dijî hêzên sitemkar radigihînin. Daxwaza me ji Xwedayê Kurdistanê ew e ku me her tim hişyar bihêle di doza neteweyî da û artêşên xwe yên veşartî bişîne alîkarîya vî miletê bindest.
PLATFORMA CIWANÊN SERBIXWE