Li 30 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 147 kes bi tometa “endametiya PKKê” hatin binçavkirin

Li 30 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 147 kes bi tometa “endametiya PKKê” hatin binçavkirin

Wezîrê Navxwe ya Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya daxuyaniyek li hejmara xwe ya tora civakî “X” belav kir û da zanîn, hêzên ewlehiyê li 30 parêzgehan li dijî endamên PKK, YPG, KCK û PYDê operasyoneke berfireh li dar xistine û nêzî 147 gumanbar girtine.

Da zanîn jî operasyon li Semsûr, Agirî, Antalya, Erdexan, Aydin, Êlih, Çewlîg, Bolu, Diyarbekir, Edîrne, Elezîz, Erzirom, Colemêrg, Hatay, Dîlok, Giresun, Îdir, Stenbol, Manîsa, Mêrdîn, Mêrsîn, Mugla, Kocaeli, Sêwas, Sêrt, Riha, Şirnex û Wanê hatine kirin.

Yerlîkaya got, operasyon 10 rojan dewam kir û destnîşan kir ku têkoşîna wan a li dijî terorê ranaweste û her kesê ku piştgiriyê bide rêxistinên terorê, dê bê cezadan.

Li gor daxuyaniya Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê, kesên hatine desteserkirin li ser medyaya civakî propagandaya rêxistinên terorê kirine û di vê derbarê de lêpirsîn li dijî wan dest pê kirine.

Pustên heman beş