Îran fermandarên leşkerî û dîplomatên xwe ji Sûriyeyê vedikişîne

iran-syria

Rojnameya “New York Times” li zarê berpirsên herêmî û Îranî ragihand, Tehranê dest bi vekişandina fermandarên xwe yên leşkerî û karmendên balyozxane û konsulxaneya xwe ya li Şamê kiriye.

Li gorî rojnameya Amerîkî “New York Times”, hinek ji fermandarên payebilind ên Supaya Qudisê ya ser bi Pasdarên Îranê ve, ji Sûriyeyê bo Iraq û Libnanê hatine veguhestin. Hin endamên Supaya Pasdaran, karmendên Balyozxaneya Îranê, malbatên wan û hejmarek ji xelkê sivîl jî, bi rêya bejahî û asmanî ber bi Îranê ve hatine veguhestin.

New York Times diyar kir: “Pêvajoya derxistina Îraniyan ji Sûriyê, roja Înê dest pê kir. Balyozxaneya Îranê li Şamê jî bi fermî fermana derketina hêzên Supaya Pasdaran û karmendên balyozxaneyê da û rêyên bejayî yên Libnan, Iraq û bendera Laziqiyê jî, wek rêyên derketinê destnîşan kirin.

Ev yek di demekê de ye, grûpên çekdarên opozîsyona Sûriyeyê hejmarek bajar û bajarokê li Sûriyeyê xistin bin kontrola xwe. Rûsya, Iraq û Urdun jî peyamên lezgîn ji welatiyên xwe yên li Sûriyeyê re şandin ku di zûtirîn dem de ji wî welatî derkevin.

Pustên heman beş