Grûpên çekdaran ên ser bi Tirkiyeyê ji duh ve êrîşên xwe li ser Minbicê girantir kirin û Encûmena Leşkerî ya Minbicê dibêje: “Li ser xeta Dêr Hafir, rêya Tebqa-Helebê û hemû eniyên Minbicê, artêşa Tirkiyeyê bi xwe pêşengiya êrîşan dike.”
Encûmena Leşkerî ya Minbicê îro 7ê Berçile di daxuyaniyekê de ragihand, artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di roja duyemîn de êrîşên xwe yên li ser derdora Minbicê û gundên wê zêde kirin. Dronên Tirkiyeyê bi dehan caran herêm bombebaran kirin. Komên çeteyan jî bi top û fuzeyan êrişî gundên başûr û rojavayê Minbicê kirin, da ku di bejahiyê re rêya pêşveçûnê vekin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, grûpên çekdaran her wiha êrîş birin ser gundê On El-Dadat ê li nêzî deriyê El-Sacûr. Hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbicê bersiv dan û şer derket, di encam pevçûnan de çekdaran xwe paş ve kişandin.
Amaje bi wê jî kir, li ser xeta Dêr Hafir, rêya Tebqa-Helebê û hemû eniyên Minbicê, artêşa Tirkiyeyê bi xwe pêşengiya êrîşan dike. Ev eniyên han bi rêya dronan herî kêm 20 caran bûne armanc.
Encûmena Leşkerî ya Minbicê diyar kir, şeva borî û heta îro danê sibehê şer û pevçûnên dijwar çêbûn û hemû êrişên çekdaran hatin têkbirin.
Grûpên çekdaran ên di nava Artêşa Niştimanî ya opozîsyona Sûriyeyê de, duhî 6ê Berçile destpêkirina şerê xwe li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Minbicê ragihandibû.