Rêveberiya Xweser ji ber rewşa aloz a li Sûriyeyê, rewşa awarte li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên xwe ragihand.
Rêveberiya Xweser îro 8ê Berçile di daxuyaniyekê de ragihand, “Ji ber rewşa aloz a li tevahiya Sûriyeyê, em bang li gelê xwe, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Parastina Cewherî (HPC), hemû sazî, partî, rêxistinên me û hemû keç û kûrên gelê xwe dikin ku li hemberî provokasyonan ji bo parastina gund û bajarên xwe di asta herî bilind de baldar bin. Divê ew di hişyariya giştî de bin.”
Li ser banga Rêveberiya Xweser, Hêzên Parastina Civakê (HPC) li gel Hêzên Ewlekariya Hundirîn, li bajarê Qamişlo tedbîr girtin û dewriyeyên xwe li tax û kolanên bajêr zêde kirin.
Piştî rûxandina rêjîma Beşar Esed li Sûriyeyê îro danê sibê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê dest bi parastina dezgehên giştî yên xizmetguzariyê kirin.