Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) radigihîne, “Îro bi ketina Beşar Esed, destpêka dîrokeke nû ji bo hemû gelê Sûriyê ye.”
Ragihandina ENKSê îro 09.12.2024ê di daxuyaniyekê de got: “Îro yekşemê 08.12.2024ê, bi ketina Beşar Esed destpêka dîrokeke nû ji bo hemû gelê Sûryayê ye. Bi nûçeya ketina desthilata rêjîma Esed şahî li hemû navçe û herêmên Parêzgehên Sûriyayê hatin li darxistin.”
ENKSê got jî, “Peykerê Hafiz Esed li Qamişlo û Hesekê û hemû navçeyên Sûriyeyê hatin xwarê.”
Ev peyama Mezlûm Ebdî di demekê de ye, îro grubên çekdarên opozîsyonê ketin Şamê û dawî li desthilata rêjîma Beşar Esed anîn.
Grubên çekdarên opozisyonê di daxuyaniyekê got: “Piştî 50 salî ji zilm û zordariya di bin desthilata Beis de û 13 salan ji tawan, zulm û koçberî û piştî têkoşînek dirêj û rûbirûbûna bi her cure hêzên dagirker re, em îro 08.12.2024an dawiya vê serdema tarî û destpêka serdemek nû ji bo Sûriyeyê radigihînin.”
Herwiha got: “Di Sûriyeya nû de, her kes dê di nav aştiyê de bi hev re bijî, dadmendî serdest e û dadwerî pêk tê, ku her Sûriyeyiyek tê de xwedî rûmet e û dê bê parastin. Em rûpela paşeroja tarî diqulibînin û asoyeke nû ji pêşerojê re vedikin.”