Hakan Fîdan: Em rê nadin PKKe rewşa Sûriyeyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne

Sûriyeyê---Hakan-PKK

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li ser rewşa Sûriyeyê axivî û got, “Em rê nadin ku PKK û DAIŞ vê rewşê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin.”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Konferansa 17mîn a Balyozên Tirkiyey behsa pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê û helwesta welatê xwe kir.

Hakan Fîdan da zanîn ku divê aktorên bi bandor ên navneteweyî û Netewên Yekbûyî jî destê alîkariyê dirêjî Sûriyeyê bikin ku li wir hikûmeteke giştgîr were avakirin.

Hakan Fîdan bal kişand ser parastina yekpariya axa Sûriyyê û da zanîn ku ew dê hemû asankariyan ji bo wan Sûriyeyîyên ku dixwazin vegerin welatê xwe bikin.

Hakan Fîdan wiha got: “Ew pêşhatên ku doh li Sûriyeyê çêbûn, ji bo me bûne çiray hêviyê. Bendewariya me ji aktorên bi bandor ên navnetewyî ku Netewên Yekbûyî jî di nav de ew e ku destê alîkariyê dirêjî Sûriyê bikin û ji bo damezrandina hikûmeteke giştgîr hevkariyê bikin”.

Her wiha got: “Em rêgiriyê li PKK û DAIŞê jî dikin ku vê rewşê ji bo berjewendiyên xwe bi kar neyînin û Sûriyeyê nekin hêlîna terorê”.

Pustên heman beş