PKK’ê îtîraf li ser terorkirina serleşker Mihemed Mirza Sindî kir

PKK’ê îtîraf li ser terorkirina serleşker Mihemed Mirza Sindî kir

Di 23ê Tîrmeha sala 2023an de li cadeya sereke ya Zaxo di encama teqandina bombeya ji dûr ve ya ku di nav otomobîla wî da hatibû bicîhkirin, serleşker Mihemed Mirza hat şehîd kirin. Asayîşa giştî ya herêma Kurdistanê belgeyên ku çi şik û guman li ser vê cînayeta ku PKK’ê pêk aniye nehiştin, belav kirin. Lê belê weke hercar PKK’ê di medyaya xwe de ragihand wan ev kare encam nedaye.

Piştî derbasbûna salek û 5 mehan li ser terorkirina Mihemed Mîrza, PKK’ê di medyaya xwe ya bi navê Çira TV de îtîraf bi terorkirina Mihemed Mirza kir, lê senaryoyek dariştiye ku tê de xwe mafdar diyar dike ku ev teror pêk aniye.

PKK’ê ji boy ku hêncetan ji boy vê terora xwe bîne û her wiha bikare bi vê yekê di hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de derbeyekê li PDK’ê û dengên wê bide, senaryoyek pirr qirêj û gemar çêkir ku di vê senaryoyê de yek ji kadroyên xwe yên berê desteser kiriye, û bi rêya wî xwest rûyê xwe yê reş bi derewan spî bike û sedema terorkirina Mihemed Mirza bi sîxuriya ji boy Mîtê ve girê bide.

Çira TV ku kanaleke telefizyonî ya taybet bi şêniyên Şengalê ye, di 17/10/2024an de anku bi tenê 8 rojan pêş dengdanên parlementoya Kurdistanê, îtîrafên wilatiyekî Êzidî yê bi navê “Şefîq Cunu Sedu” parve kir, şefîq yek ji çekdarên YBŞ’ê ye ku PKK’ê di meha Berçile ya sala 2018an de bi sûça sîxuriya ji boy PDK’ê û Mîta Tirkiyeyê desteser kiriye.

Senaryoya PKK’ê ya di Çira TV de çawa bû?

Di “îtîraf”ên xwe yên di Çira TV de Şefîq basî têkiliyên xwe yên bi Mihemed Mirza re dike û dibêje; Mihemed Mirza li hember sîxûrî kirina li ser PKK’ê her carê 400-500 dolar bi wî daye, her wiha di 15/8/2018 de li ser fermana Mihemed Mîrza li bajarokê Sinûnê çûye sînorê gundê Koço ji boy ku amadebûna Zekî Şingalî, endamê konseya KCK’ê li wê derê tekez bike, li wir tevî tekezkirina li ser amadebûna Zekî Şingalî her wiha wêneyê wesayîta wî jî kişandiye û ji Mihemed Mirza re şandiye, piştre Zekî Şingalê ji aliyê droneke Tirkiyeyê ve hatiye hedef girtin, loma di wê demê de fêm kiriye Mihemed Mirza têkilî bi Mîtê re heye”.

Her wiha Şefîq di “îtîraf”ên xwe de dibêje; “ger min bizanîbaye agahiyên ez dişînim wê Mihemed Mîrza ji Mîtê re bişîne û Zekî Şingalî were şehîd kirin, bi ti awa min wisa nedikir”.

Piştî senaryoya îtîrafên vî kadroyê PKK’ê, her di heman bernameya Çira TV de basî çewaniya terorkirina Mihemed Mirza li Zaxoyê tê kirin û vê yekê weke tolhildana Zekî Şingalî berçav dikin, ev di demekî de ye ku di sala 2023an de PKK’ê bi daxuyaniyekê ragihandibû teror kirina Mihemed Mirza ne karê wane.

Çima PKK’ê ev senaryo çêkir?

PKK’ê bi senaryoya îtîrafên yek ji kadroyên xwe du mebestên sereke hebûn;

1-            Bi vê senaryoya îstixbaratî bikare Êzidiyan li dijî PDK’ê han bidin û wisa nîşan bidin, destê PDK’ê di kuştina Zekî Şengalî de hebûye.

2-            Rapora çira TV bi tenê 8 rojan pêş hilbijartinên parlementoya herêma Kurdistanê weke propaganda hilbijartinan li dijî PDK’ê hat parvekirin da ku bi vê yekê dengên PDK’ê kêm bibin.

Şefîq di sala 2018an de hatiye desteserkirin, “îtîraf”ên wî jî di sala 2024an de hat parvekirin, ev bi tenê dereweke PKK’ê û senaryoyeke qirêj bû li dijî PDK’ê.

Di dema kuştina Zekî Şingalî de Çira TV çawa basî bûyerê kiribû?

Telefizyona Çira TV ya ser bi PKK’ê di dema kuştina Zekî Şingalî di 15/8/2018an de ragihandibû, pêş ku balefirên Tirkiyê werin û wesayîta Zekî Şingalî hedef bigrin, wesayîta “Zekî Şingalî” ji aliyê kopterên Îraqê hatibû teqîb kirin, bera balefirên tirkiyê êrîşê li ser wesayîta “Zekî Şingalî” bikin dîmenên wesayîta wî ji aliyê kopterên Îraqê ve ji boy Mîtê hatibûn şandin.

Rastiya terorkirina Mihemed Mirza çawa bû?

PKK’ê û pêkhateyên wê piştî têkçûna xwe ya di hilbijartinên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de, her tim dixwest rojevê biguherin û kurdan bi mijarên têgeh avakirinê ve mijûl bikin. Bi vî awayî dixwest binketina xwe veşêre. Di vê çarçoveyê de PKK’ê zêdetir berê xwe da kurdan. PKK’ê bi hinek rêbazên xiyanet û bêbextiyê yên weke cînayeta terorkirina Mihemed Mirza li Zaxo û herwiha ji bo ku aloziyên navxweyî zêdetir bike, zextên derûnî çêbike û xelkî bitirsîne ev karê bêbextane encam da.

Pustên heman beş