SOHR: HSD ji Dêrezorê vekişiya

SOHR HSD ji Dêrezorê vekişiya

Komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê ragihand ku wan bajarê Dêrezorê kontrol kir.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî li Dêrezorê şervanên xwe ji rojavayê Çemê Feratê vekişandin û li 7 gundên ku cihên komên çekdar ên ser bi Îranê ve bûn man.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), piştî HSD ji bajarê Dêrezorê vekişiya hêzên xwe li gundên Hetle, El Salihiyê, Merat, El Huseyniye, Tabiye Cezîre, Xeşam û Mezlûmê bi cih kirin.

Li bajarê Dêrezorê jî hinek kes alîgirên HSDyê ne û hinek kes jî bûne dijberî wê û tevlî hêzên Operasyona “Redi El-Udwan” bûn.

Li Dêrezorê di çend rojên borî de hinek kesan xwenîşandan kir û xwest ku HSD ji wî bajarî derkeve û komên ser bi operasyona Redi El Udwanê, derbasî wî bajarî bibin.

Di dema xwepêşandanan de alozî derket û 6 kes hatin kuştin û hinek kes jî birîndar bûn.

Pustên heman beş