Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 12ê Berçile li Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Almanyayê Boris Bistorius û şanda pê re kir.
Armanca serdana Wezîrê Berevaniyê yê Almanyayê bo Iraq û Herêma Kurdistanê, girêdayî guhertin û pêşhatên ku li Rojhilata Navîn û Sûriyê ve rû didin. Herwiha rola Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê di mijarên ewlehiyê û rûbirûbûna metirsiya terorê de jî dê werin gotûbêjkirin.
Herwiha bihêzkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê di warên cuda de, di civînê de tê gotûbêjkirin.