Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand, piştî nemana rejîma Beşar Esed, zêdetir ji 7 hezar û 600 penaber ji Tirkiyeyê vegeriyane Sûriyeyê.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Elî Yerlîkaya li hejmara xwe ya “X” ragihand, piştî ketina rêjîma Esed, ji roja 9 Berçile heta 13’ê Berçile, 7 hezar û 621 penaberên Sûrî bi dilê xwe û bi awayekî ewle û rûmet vegeryane Sûriyeyê.
Yerlîkaya got, derbasbûna penaberan, piştî ketina Helebê rojane 100-200 kes bûn, lê piştî ketina rêjîma Esed, hejmara derbasbûnê rojane gihiştiye 1500-1600 kesan.