Li gor raportekî Komeleya Mafê Mirovan a Hengaw duh 15.12.2024ê ciwanekî bi navê Suheyb Ehmedî yê temen 20 salî li taxa Bawecanî ya bajarê Ciwanro bi guleyên hêzên ewlehiya Îranê hate kuştin.
Şahidên bûyerê ji Hengaw re ragehandine ku: ‘’Yek ji endamên hêzên ewlehiyê yê bi navê Şaweysî di otomobîla xwe de 3 gule li stûyê Suheyb Ehmedî daye û ew kuştiye û nayê zanîn sedem jî çiye.’’
Suheyb Ehmedî xelkê Ciwanro ya Rojhilatê Kurdistanê bû û karê sertraşiyê dikir û ji aliyê wî endamê hêzên ewlehiya Îranê ve hatiye kuştin û termê wî ji nexwaşxaneya ‘’Hezretî Resûl’’ re hatiye veguhestin.