Eşîrên ereb ên li parêzgeha Reqa ya bakurê Sûriyeyê soz dan ku ew ê erdên xwe yên ku ji sala 2017an vir va di bin dagirkeriya YPG/PKKê da ne, rizgar bikin û vegerînin.
Ev yek di encama civîna nûnerên êlên Ereb ên Reqayê de li herêma Tel Ebyadê ku berê ji YPG/PKKê hatibû rizgarkirin, hat.
Serokê Meclisa Eşîrên Tel Ebyadê Ebû Udey Cerbo di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir eşîrên Reqqayê bang li gelê xwe yê di nav refên YPG/PKKyê de dikin demildest ji wê veqetin.
Ji aliyê xwe ve Mihemed Ebû Hemze Medan, yek ji fermandarên leşkerî yên êlên Reqayê got, “Eşîrên parêzgehê soz didin gelê xwe ku wan ji zilm û zordariya bi navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) rizgar bike.
Medan bal kişand ser wê yekê ku “Reqa parçeyek ji Sûriyê ye” û got: “Em bang li kurên xwe yên ku di nav refên QSD’ê de dikin ku ji vê rêxistina cudaxwaz veqetin.
Madan bang li koalîsyona navneteweyî ya ku Amerîka pêşengiya wê dike jî kir ku piştgiriya xwe ya ji bo YPG/PKKê qut bike.
HSD/YPGyî di dawiya sala 2017an da bi piştgiriya Amerîkayê bajarê Reqaya ku piraniya xelkê wê Ereb lê kontirol kirin.