Çekdarên Hemzat bi dehan darên zeytûnan li Efrînê birîn

Çekdarên Hemzat bi dehan darên zeytûnan li Efrînê birîn

Li gor agahiyan, Îro 17ê Berçileya 2024an, li deşta gundê Xalta, çekdarên Hemzat 57 darên zeytûnan birîn.

Jêderên medyayî didin xuyakirin, 27 dar ên welatiyê bi navê Ebdulrehman Mihemed Cîro ne, 23 dar ên Henîf Cîro ne her weha 7 darên darên Ebdulrehman Mihemed Misto ne.

Wek tê zanîn, di Tebaxa 2023yan de, Wezareta Gencîneya Emerîka siza li ser grûpên “Emşat” û “Hemzat” ên bi ser “Artêşa Niştîmanî” ya opzisyona Sûrî ve sepandin, ji ber binpêkirinên wan dermafê mirovan de li Efrînê.

Pustên heman beş