Du senatorên Amerîkayê gefên sepandina sizayî li ser Tirkiyeyê dikin, eger êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike.
Senator Chris Van Hollen ji Demokratan û Senator Lindsey Graham ji Komariyan gefên sepandina sizayî li ser Tirkiyeyê dikin, eger agirbestê bi Kurdên Sûriyeyê re ranegehîne û pêşniyara devera bêçek qebûl neke.
Senator Chris Van Hollen û Senator Lindsey Graham di vî warî de li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê nivîsiye, “Em vê heftiyê pirojeqanûnekê ji bo sepandina sizayî li ser Tirkiyeyê amade dikin, eger Enqere pêşniyara agirbestê ya Amerîkayê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re ranegehîne û pêşniyara fermandarê wê hêzê Mezlûm Ebdî ji bo çêkirina devereke bêçek qebûl neke.”