Nêçîrvan Barzanî rêz û spasiyên gelê Kurd pêşkêşî Îsmaîl Bêşikçî dike

Nêçîrvan Barzanî - Îsmaîl Bêşikçî

Serokê Herêma Kurdistanê rêz û spasiyên gelê Kurd pêşkêşî hizirmend û civaknas û nivîserê Tirk û dostê gelê Kurd Îsmaîl Bêşikçî kir. Îsmaîl Bêşikçî jî tekez li ser piştgiriya xwe û Weqfa Îsmaîl Bêşikçî ya berdewam ji bo mafên rewa yên gelê Kurdistanê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Yekşem, 22.12.2024) pêşwaziya hizirmend û civaknas û nivîserê navdar ê Tirk û dostê gelê Kurd Îsmaîl Bêşikçî kir.

Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinekê de rêz û spasiyên gelê Kurdistanê ji bo piştgirî û bergirîkirina hizirmend Îsmaîl Bêşikçî ji mafên gelê Kurd tekez kirin, herwesa destxweşî jî li erk û karên Weqfa Îsmaîl Bêşikçî xasma di warê Kurdolojiyê de kir.

Bêşikçî jî ji aliyê xwe ve dilxweşiya xwe bi serdana xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê û pêşkeftinên wê diyar kir, tekez li ser piştgiriya xwe û Weqfa Îsmaîl Bêşikçî ya berdewam ji bo mafên rewa yên gelê Kurdistanê kir û herwesa dîtin û nerînên xwe bi geşbînî ve li ser paşeroja gelê Kurdistanê jî berçav kirin.

Herwesa Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û hejmareke mamostayên Zanîngeha Selahedînê û birêveberên Weqfa Îsmaîl Bêşikçî jî di wê hevdîtinê de amade bûbûn.

Pustên heman beş