Îro Şandeke ENKSê wê bi Mezlûm Ebdî re bicive

Îro Şandeke ENKSê wê bi Mezlûm Ebdî re bicive

 Şandeke ENKSê bi serperiştiya Amerîkayê wê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re bicive.

Çavkaniyekê ji Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) ji Kurdistan24ê re ragehand, “Îro (Duşem, 23.12.2024) şandeke ENKSê li bajarê Hesekeyê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re dicive.

Her wê çavkaniya Kurdistan24ê di pareke din a gotinên xwe de bal kêşa ser wê yekê jî ku, ew civîn dê li jêr serperiştiya rasterast a Amerîkayê bê kirin.

Wê çavkaniyê di derheqa armanca wê civînê de jî amaje da, “Dawî pêşhatên Sûriyeyê, parastina deverên Kurdan û hevgirtina partiyên Kurdan ên Rojavayê Kurdistanê ji bo danûstandinên Şamê dê tewerên wê civînê bin.”

Pustên heman beş